Serok Barzanî Û Konsulusê Berîtaniyayê Civiyan
Di hevdîtineke de ku, Konsulusê Berîtaniyayê yê li Hewlêrê jî tê de beşdar bû, Konsulusê Berîtaniyayê kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê diyar kir û ragihand pêşkeftinên Kurdistanê me ecêbmayî kir jiber ku, li Kurdistanê de pêşkeftinên gelek girîng hatine bidestxistin bi taybetî di warê abûrî, perwerde û awedan kirinê de.
Nav hatî herwiha spasiya Hikûmeta Kurdistanê jî kir û ragihand ku, di bin siya hewldanên Hikûmeta Kurdistanê de jîngeheke baş bo hêlbirînê li Kurdistanê de hatiye afirandin.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de her dû alî rewşa siyasî ya Îraqê û qirîza heyî nirxandin.
Di vê derbarê de Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî diyar kir ku, prosesa siyasiya Îraqê proseseke Îraqiye lewre pêwîste çareseriyeke nîştimanî jî jê re were dîtin.
Di dawiya vê hevdîtina han de her dû alî tekez li ser bihêztir kirina peyvendiyên heyê yên di navbera her dû aliyan de kirin.
