Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Semaheta Muqteda Sedir kir
Li rêwresma pêşwaziyê da Cîgirê Serokê Herêmê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serokê Parlemen, Wezîr, Parlementerên Herêmê û hejmarek ji Mamostayên olî yên Kurdistanê jî amade bûn.
Li civîneke rojnamevanî de Semaheta Muqteda Sedir ragihand ku li Îran hevdîtinek li gel Nurî Malikî Serok Wezîrê Iraqê kiriye û behsa kêşeyên Iraqê kiriye û ev serdana Hewlêrê jî bi navê guh girtin û wergirtina nêrîna Kurde, heman demî de hejdeh xalan wekî prensîp ragihand ku ji van xalan pêkhatine: Berjewendiya Iraqê li ser berjewendiya hizbî bê, aştî û yekîtiya Iraqê, pêwendiyekî baş li gel welatên hevsû û red kirin û destwerdana her welatek dijî her êrîşeyekî navxoyî û derveyî, kiyana Îsraîl li Iraqê hebûna xwe tûne, nefta Iraqê ji bo gelê Iraqe, serbixweya desthilata dadwerî parastina mafê neteweyan, hilweşandina siyaseta îhmalkirin, binyatnana Hikûmet li ser bingeha tewafiqa siyasî çareseriye take rêye.
Biryare her îro her du birêz Serok Barzanî û Semaheta Muqteda Sedir civîneke du qolî sebaret bi rewşa siyasiya Iraqê û pêwendiya du qolî bikin.
