Kurdan ti çek ji artêşa Iraqê nexwestine
Cebar Yawir ji AKnewsê re ragihand, “Kurdan daxwaza ti parake çek û balafiran ji artêşa Iraqê nekiriye, lê belê hin dezgehên ragihandinê ev yek bi şaşîtî veguhastine yan hin kes bi awayekî şaş têgehştine.”
Yawir ronî kir ku Herêma Kurdistanê behsa wê yekê dike ku benda 9 a desûtrê Iraqê bendan bo artêşa Iraqê datîne daku di paşerojê de nebe metirsiyek ser welatiyên Iraqê bi giştî û di nav de jî kurd.
Yawir got jî, “Niha xwestek ew in, eger çek jî bo artêşa Iraqê bê dayîn an firotin an ew hêz û ew artêş bihêz bûn, gerentiyeke destûrî ji bal hemû aliyan ve hebe ku ew hêz dijî xelkê Iraqê nayê bikaranîn, ji ber dîrokeke me ya tal heye digel artêşê ku ji destpêka avakirina dewleta Iraqê di salên 1920an de û heta 2003yan, berdewam ew artêş amûrek bû bi destê rejîman ji bo serkutkirina xelkê Iraq û Kurdistanê.”
Yawir amaje kir ku xwesteka kurdan ew e ku ew artêş, artêşek be parêzgariya hemû Iraqê bike û di nakokiyên siyasî de neyê bikaranîn û rolê wê di veguhartina desthilatê de nebe, lewra bi kurd dema behsa kirîna çekan bo artêşa Iraqê dikin tekîd li ser berçavgirtina destûr û bi taybet benda 9ê dikin.
Di vê heyama dawiyê de, çend dezgehên ragihandina Iraqê belav kiribûn ku kurd, ji ber bêpar bûne ji kirîna balafiran ji bal hikûmeta Iraqê ve, dilgiran bûne.
AKnews
