Serbia dê konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke
Balyozê Serbia li Iraqê Radisav Petrovaj ji AKnewsê re daxuyand ku danûstanên navbera balyozxaneya wan û hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê vekirina konsulxaneya Serbia li Hewlêrê bi dawî hatine.
Petrovaj ronî kir ku Iraq û Serbia razîbûna xwe li ser vekirina wê konsulxaneyê li Hewlêrê nîşan dane.
Petrovaj bal kişand ku Balyozaneya wan hemû belgeyên vekirina konsulxaneyê amade kirine û dê bo Wezareta Derve ya Iraqê bên şandin.
AKnews
