• Friday, 06 February 2026
logo

Serbia dê konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke

Gulan Media April 26, 2012 Nûçe
Serbia dê konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke
Balyozxaneya Serbia li Bexdayê aşkere kir ku karên vekirina konsulxaneya wê li bajarê Hewlêrê bi dawî hatine û avahiya wê hatiye diyarkirin û di çend mehên bê de dê were vekirin.

Balyozê Serbia li Iraqê Radisav Petrovaj ji AKnewsê re daxuyand ku danûstanên navbera balyozxaneya wan û hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê vekirina konsulxaneya Serbia li Hewlêrê bi dawî hatine.

Petrovaj ronî kir ku Iraq û Serbia razîbûna xwe li ser vekirina wê konsulxaneyê li Hewlêrê nîşan dane.

Petrovaj bal kişand ku Balyozaneya wan hemû belgeyên vekirina konsulxaneyê amade kirine û dê bo Wezareta Derve ya Iraqê bên şandin.

AKnews
Top