• Friday, 06 February 2026
logo

Wezîrê Pêşmerge Bi Rayedarên Leşkerî Yên Amerîkayê Re Civiya

Gulan Media April 25, 2012 Nûçe
Wezîrê Pêşmerge Bi Rayedarên Leşkerî Yên Amerîkayê Re Civiya
Îro Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa bi heyeteke Rayedarên leşkerî yên nivîsgeha hevkariya Amerîkayê ya li Îraqê re civiya.

Di civîna han de çendîn babet weke meseleya perwerde û hevkariyên locistîkî yên ku, biryare pêşkêşî Lîwayên hêzên pêşmerge werinkirin hatin nîqaşkirin û her dû alî tekez li ser bihêztir û berfiretir kirina wan hevkariyên han kirin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de rewşa siyasî ya Îraqê û kêşeyên jî hatin nîqaşkirin û di vê derbarê de Wezîrê Pêşmerge daxwaz ji nivîsgeha hevkariya leşkerî ya Amerîkayê kir daku, rola xwe bilîze.

Di dawiya vê hevdîtina han de heyeta Amerîkayê jî diyar kir ku, evê bi her awayî hevkarî û hemahengiyên xwe yên bi hêzên pêşmerge re bidomînin.
Top