Serok Barzanî Salvegera Damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurdistanê Pîroz Kir
Bi navê xwedê mezin û dilovan
Birayên birêz Sekreter û Endamên Sekretariyeta Komeleya Xwendekarên Kurdistanê
Silaveke gerim pêşkêşî we dikim û bi minasebeta 36mîn salvegera damezrandina komeleya têkoşer ya we pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya we û xweşik û birayên endam di nava vê komeleya han de dikim.
Hêvî dikim ev minasebeta han bibe hander û teşwîqkerek bo domandina karwana xebata we û xizmet kirina bi çîna Xwendekaran ku, di nava bizava rizgarîxwaz ya Gelê me de xwedan roleke gelek girîng bûye û îro jî bi rêya yekîtiya xwendekaran ve xebata xwe didomînin daku, mafên xwenî pîşeyî û demokratîk bi dest bixe û di pêşerojê de bibe faktereke sereke bo bilind kirina asta perwerdehiya Kurdistanê.
Careke din pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we dikim û piştgîriya xwe jî bo we diyar dikim, her şad û serfiraz bin.
Serokê Kurdistanê
Mesûd Barzanî
25.4.2012
