• Friday, 06 February 2026
logo

Serok Barzanî Salvegera Damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurdistanê Pîroz Kir

Gulan Media April 25, 2012 Nûçe
Serok Barzanî Salvegera Damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurdistanê Pîroz Kir
Îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi minasebeta salvegera damezrandina komeleya Xwendekarên Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku, ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedê mezin û dilovan

Birayên birêz Sekreter û Endamên Sekretariyeta Komeleya Xwendekarên Kurdistanê

Silaveke gerim pêşkêşî we dikim û bi minasebeta 36mîn salvegera damezrandina komeleya têkoşer ya we pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya we û xweşik û birayên endam di nava vê komeleya han de dikim.

Hêvî dikim ev minasebeta han bibe hander û teşwîqkerek bo domandina karwana xebata we û xizmet kirina bi çîna Xwendekaran ku, di nava bizava rizgarîxwaz ya Gelê me de xwedan roleke gelek girîng bûye û îro jî bi rêya yekîtiya xwendekaran ve xebata xwe didomînin daku, mafên xwenî pîşeyî û demokratîk bi dest bixe û di pêşerojê de bibe faktereke sereke bo bilind kirina asta perwerdehiya Kurdistanê.

Careke din pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we dikim û piştgîriya xwe jî bo we diyar dikim, her şad û serfiraz bin.

Serokê Kurdistanê

Mesûd Barzanî

25.4.2012
Top