Serokê Kurdistanê Û Serokkomarê Îraqê Civiyan
Di hevdîtineke de ku, Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokê Kurdistanê Kusret Resûl û Cîgirê yekem yê Sekreterê giştî yê YNK Dr. Berhem Salih tê de beşdar bûn, rewşa siyasî ya Îraq û Kurdistanê hate nîqaşkirin û her dû alî behsa qirîza heyî ya li Îraq û çawetiya çareser kirina vê qirîza han kirin.
Her di vê civîna han de kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de û çawetiya çareser kirina kêşeyên han jî hate giftûgokirin.
Di vê derbarê de nêrînên Serokkomarê Îraqê û yên Serokê Kurdistanê weke hev bûn û tekez li ser vê yekê kirin ku, cîhbicîh kirina destûra bingehîn ya Îraqê û cîhbicîh kirina peymanên îmze kirî yên di navbera aliyên siyasî yên Îraqê de bi taybetî peymannameya Hewlêrê vê tevahiya kêşeyên heyî çareser bike.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de meseleya civîna nîştimanî ya aliyên siyasî yên Îraqê ya ku, biryare di demên pêş de ji bo çareser kirina kêşeyên heyî yên li Îraqê were organîzekirin hate nirxandin û her dû alî tekez li ser girîngiya vê civîna han kirin.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de rewşa Kurdistanê û peyvendiyên heyî yên di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de jî hatin şîrovekirin û her dû alî tekez li ser organîze kirin û yekxistina nav mala Kurd û girîngiya yek helwestiya Kurd ya li hember kêşeyên sereke û girîng kirin.
Di dawiya vê civîna han de her dû alî tekez li ser bihêztir kirina hevpeymaniya steratejîkî ya di navbera partiya demokrata Kurdistanê û Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê de kirin.
