Balyozê Berîtanya li Iraqê: em dixazîn peywendî yên xwe digel Herêma Kurdistanê xûrt tir bikîn
Di hevdîtinekê de ku Karwan Cemal cêgirê perpirsê peywendî yên derve û Kirîs Bawerz kunsilê Berîtanya li Herêmê amdebun , balyozê Berîtanya li Iraqê armanca serdana xwe jibo Herêma kurdistanê dîyar kir û got: em dixazîn peywendî yên xwe digel Herêmê xûrt tir bikîn û bi taybet di warê sîyasî û aburî û bazirganî û kiltur û zanistî û zanîngeha de.herweha şabuna xwe jî li hember pêşketinên Herêma kurdistanê ragihand.
Balyozê Berîtaya li Iraqê spasya fermangeha peywendî yên derve ya H.H.Kurdistanê jî kir jibo wê hevkarî û hemahengî ya berdewam ji pêxemet bêtir bihêz kirina peywendî yên nêvbera herdu alîya.
Ji alî yê xwe ve Felah Mistefa hîvî xwestin ev serdan bibe fakterek jibo bêtir xûrtkirina peywendî û hevkarî û hemahengî yê jibo berjewendîya herdu alîya.herweha ronî xiste ser asta peywendî yên navbera herêm û Berîtanya bi giştî û warên xwendina bilind û fêrkirinê û hîvî kirin ev hevkarî tev alî yên din jî bigire.
Berpirsê peywendî ya basê serdana serokê H.H.Kurdistanê ya jibo welatên Bûlgarya û Hengarya û Emrîka kir û bi serdankî serketî dazanîn ji asta pêşdabirina peywendî ya.
Arîşeyên bê çareserî navbera Hewlêr û Bexdayê û çareser kirina wan di çarçoveya desturê Iraqê de û rewşa Suryê û navçeyê bi gişt tewereke din ya vê dîdarê bu.
