• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr Adil Ebdulmehdî kir

Gulan Media April 25, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr Adil Ebdulmehdî kir
Îro çarşem 25/04/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Dr. Adil Ebdulmehdî Serkirde li Encumena Bilinda Îslamiya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de, rewşa niha ya Iraqê li hemû astan da hate guftûgo kirin, pêwîstiya çalakkirina karê hevbeş li navbera hêzên siyasiyan da û her wiha şêwirîna li gel hevdû ji bo derketina ji wê tengasiyê bi navê parastina berjewendiyên bilindê welat hate dupatkirin û li vî warî de pabendbûna bi destûr û bi cîhkirina peymana siyasiyan û hevbendiya rasteqîneya hemû pêkhatan li birêvebirina welat da û ji holê rakirina berjewendiya take kesiyan de tekez li ser kirin ku bi vî awayî çareseriyek peyda bikin ku hêja be ji bo dawî anîna bi tengeje û kêşeyên helawestî û her wiha li ser berdewambuna pêwendî û hemahengiyê ji bo duvdaçuna vê qeyrana siyasiya ku niha li holê rêkkeftin.
Top