38 kes duhî li Sûriya hatine kuştin
Komîteyên Hevahengiya Navxwe li ser rûpela xwe ya li ser Facebookê belav kiriye ku duhî 38 kes hatine kuştin di nav de hin zarok, jin û 3 kesên ku di bin eşkenceyê de hatine kuştin hene.
Li gorî komîteyan, 16 li Hims, 11 li navçeyên derdora Dîmeşqê û piraniya wan li Dûma, 3 li Dîmeşq, 3 li Idlib, 2 li navçeya Helfaya li Hemayê û welatiyek li her yek ji Dera, Heleb û Bûkemal hatine kuştin.
Duhî jî, li gorî ajansên nûçeyan, çavdêrên navdewletî ku hejmara wan 11 kes e û 2 ji wan bi berdewamî li Himsê dimînin, serdana çend navçeyên derdora Dîmeşqê kirin.
AKnews
