Li Dihukê 22 Jinên Rojnamewan Hatin Xelat Kirin
Di vê merasima han de ku, Şewirmendê Wezareta Rewşenbîrî ya Îraqê û Berpirsê ragihandina Parêzgeha Dihukê jî tê de beşdar bûn, roja Rojnamegeriya Kurdî hate pîrozkirin û pişt re jî 22 jinên Rojnamewan yên vê Deverê jî hatin xelatkirin.
Piştî dabeş kirina xelatan, çendîn gotar û peyv di derbarê Rojnamegeriya Kurdî û pêşkeftinên heyî yên di vê warê de û herwiha rola Bedirxaniyan di nava Rojnamegeriya Kurdî de hatin pêşkêşkirin.
