Bayiz Taleban: Bûdceya Kurdistanê Yekgirtî Bûye û amade ye
Bayiz Talebanî wezîrê darayî û aborî yê hukûmeta herêma Kurdistanê di bêjedaneke rojnamevanî de weha jî got: di bareya pirsa bûdceyê de, karê bûdce li wezaretê tewaw bûye û ew maye ku encûmena wezîran bo parliyamentê bişîne û pesendkirina wê jî li ser guftûgoyên nav parliyamentê ye.
Bayiz Talebanî weha jî got: Bûdceya Kurdistanê bi yek bûdce hatiye amadekirin, heta niha hindek pêngavên baş me havêjtine, ev jî ewin ku me bûdce kirine yek, me karîye piranîya rênimayîyan bikin yek û komîteyeke hevbeş me amade kiriye bo yekxistina rênimayîyan. Niha çend rênimayî mane ku komîte ji wan hatiye agahdarkirin da ku heger li Kurdistanê rênimayîyeke ciyawaz mabe, ew jî di paşerojê (ayindeyê) de bihê yekkirin.
Talebanî weha jî da xuyakirin, ku her kesek heger xanenişîn bûye, dikare qerebûyê werbigire, yanî bi hîç şêweyekê ji qerebûkirina mûçeyê, mafê wan nahê xwarin û ji ewê roja ku li fermangeha xwe dest ji kar berdaye, li gor rênimayîyan gerek ew fermangeh qerebûya wê yan wî bike, piştre ji ewê rojê ve ku hatiye xanenişînkirin, fermangeha xanenişînî gerek li gor mûçeya herî dawî mûçeya wî yan wê rêk bixe û qerebûya maweya xanenişînîyê jî bike.
Wezîrê darayî û aborîyê herwsia got, ku pêşîneya hevjînîyê û xanîyan bi hîç awayekê naraweste û di mezaxtina wê de dê berdewam bîn, belê li gor qanûnê û çaverêyîn ku li aprliyamentê bihê pesendkirin.
Bayiz Talebanî weha jî ragiahnd, ku heta ewê dema ku encûmena raje dirist bibe, hukûmet wiha bi baş dibîne ku li gor rênimayîyên par, damezrandinê dest pê bike da ku mafê kesê nehê xwarin.
