• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û Kunsilê Korya Başûr Yê Li Bexdayê Civiyan

Gulan Media April 24, 2012 Nûçe
Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û Kunsilê Korya Başûr Yê Li Bexdayê Civiyan
Îro birêz Nêçîrvan Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Barzanî pêşwaziya Kunsilê nû yê Korya Başûr yê li Bexdayê kir.

Di hevdîtinekê de Kunsilê Korya Başûr bi minasebeta destbikar kirina Kabîneya 7an ya Hikûmeta Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê kir û kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistan û pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de diyar kir.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de pesna siyasetên Hikûmeta Kurdistanê yên bi warê abûrî û awedan kirinê de da û diyar kir ku, aramiya siyasî û pêşkeftina abûrî mercên sereke yên awedan kirina welatin.

Çavkanî di beşeke din ya axaftinên xwe de diyar kir ku, rewşa baş ya Kurdistanê wisa feriz dike ku, em weke Korya Başûr peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re di her warî de bihêztir bikin û kompaniyên xwe teşwîq bikin daku, li Kurdistanê de hîn zêdetir dest bi karên pêşesazî bikin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî jî bi minasebeta erkdar kirina Kunsilê nû yê Korya Başûr li Bexdayê de pîrozbayinên xwe pêşkêşî nav hatî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Birêz Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, Kurdistan dixwaze di her warî de fêde ji ezmûna Korya Başûr werbigire lewre em hewl didin daku, peyvendiyên xwe yên steratejîk di her warî de bihêztir bikin.

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê di dawiya axaftinên xwe de projeyên ku, tîma Zeyitûn û ajansa coika li Kurdistanê de cîhbicîh kirina bi girîng wesif kir û spasiyên xwe jî pêşkêşî Reydar û Berpirsên her dû saziyên han kir.
Top