Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê nû yê Koriya Başûr li Iraqê kir
Li hevdîtinê de, pêwendiya du qoliya di navbera Koriya Başûr û Herêma Kurdistanê hate nirxandin û li vî warî de Balyozê nû yê Koriya Başûr ji bilî xweşhalî derbirîna vê serdanê, behsa pêşketin û geşbûna Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku Hikûmeta Koriya Başûr dixwaze pêwendiyên xwe yên li gel Herêmê zêdetir pêş bixe.
Serok Barzanî pîrozbahiyê li destbikarbûna rêzdar kir û li encamdana wê erkê da hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û heman demî de amadehiya xwe jî ji bo serxistina karên wî nîşanda û ragihand ku Koriya Başûr welatekî pêşketiye û pêgeheke xwe ya bi hêz heye û dixwazin sûd ji ezmûna wê wergirîn û pêwendiyên xwe xurttir bikîn da ku kompanyayên Koriyan ji bo karê veberhênanê zêdetir bikaribin serî li Herêma Kurdistanê bikin.
