• Friday, 06 February 2026
logo

Şandeya BDPê li Washingtonê ye

Gulan Media April 24, 2012 Nûçe
Şandeya BDPê li Washingtonê ye
Şandeyeke Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ku ji Hevserokên partiyê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, Serokê Kongreya Civata Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û parlamenterê BDPê yê bajarê Wanê Nazmî Gur duh êvarê gihiştin Washingtonê.

Li gorî tora nûçeyan VOA ya amerîkî, Şandeya Kurd ji bo vekirina nûnertiya BDPê ya li Washingtonê û her wiha ji bo çend hevdîtinan bi karbidestên Wezareta Derve ya Amerîkî û endamên Kongresê hatin paytextê.

Siyasetvanên Kurd dê roja Sêşemê li Enstîtuya Brookings ya navdar beşdarî li kombûneke taybet bikin ku li ser pirsa Kurdî ya li Tirkiyê tê kirin.

Her li heman rojê, resepsiyoneke taybet li ser rûmeta şandeya Kurdî dê were kirin ku tê çaverêkirin endamên civata Kurd ya li Washington, Virginia, Maryland û Kurdên li wîlayetên din jî lê amade bin.

Siyasetvanên Kurd, piştî hevdîtinên xwe yên li Washingtonê, derbazî New York’ê bibin û beşdarî li çend bernameyên din bikin.

AKnews
Top