Civîna hêzên Iraqê 7ê gulanê li Hewlêrê pêk tê
Şepêla el-Sedir a li jêr serkêşiya Muqteda el-Sedir eşkere kir ku el-Sedir ji aliyê Barzanî ve ji bo civîna di 7ê gulanê de li Hewlêrê hatiye vexwendin.
Ta niha serokatiya Herêma Kurdistanê li ser vê civînê ti agahî neweşandine.
Herêma Kurdistanê û hêzên sunî û beşek ji hêzên şîî ji serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî û şêweyê desthilatdariya wî ne razî ne. Barzanî berî du rojan li Hewlêrê ji rojnamevanan re eşkere kir ku hêviya wî di Malikî de nemaye û got ku civîna pê re "bê sûd e".
Rudaw
