• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Partî û aliyên siyasiyan civiya

Gulan Media April 24, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê li gel Partî û aliyên siyasiyan civiya
Duh birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê piştî vegerana ji geşta xwe ya welatên Emerîka, Ewrupa û Tirkiye, li baregeha Serokayetiya Herêmê li gel Partî û aliyên siyasiyên Kurdistanê re civiya û çend mijar û babetek guftûgoyê li ser kirin.

Mijara yekem, sebaret bi geşta Serokê Herêm ya Emerîka û çend welatekî Ewrupa û Tirkiye û ew hevdîtinên li gel Serok Obama û Cîgirê Serok û Wezîrê Derveyê Emerîkayê encam daye, hate guftûgo kirin û helwesta Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka û Cîgirê wî li piştevanî kirin u tekez kirina wan ya parêzgerî kirina pêvajoya demokrasiyê li Iraqê, li çarçêweya destûra bingehîn û pabendbûna wan bi wê îltîzam û peymanên dawiyan beramber bi Kurd û Kurdistanê bi girîngiyê ve hate nirxandin.

Her wiha li civînê de nîgeraniya binpêkirina destûrê derbirîn û li ber pêvajoya bi demokratîze kirina warên jiyanê li Iraqa nû û pêşketina Kurdistanê bi destpêka kêşeyên mezin hate zanîn. Her wiha li civînê de tekez li ser berdewamiya rewta demokrasî û pejirandina sîstema federalî û prensîpên hevbeş û rêkkeftina li hukimraniyê weku bingeha serekiya hukimraniyê li Iraqê ya piştî rûxana rejîma dîktatoriyê hatiye kirin û herdem berevajiya wan prensîpan jî ne cihê qebûlêye û ev kêşe jî tenê ne pêwendî bi Kurdistanê ve ye, belku kêşeya hemû Iraqiyane bi hemû netewe û olan ve, ji bo çareseriya vê qeyranê jî bi pêwîstî hate zanîn pêdagiriyê li cîh bi cîh kirina destûr û peymana Hewlêrê bê kirin.

Mijara duyema civînê taybet bû bi helwestkirin û guftûgokirina wê qeyran û aloziya ku Iraq tûşî bûy‌e û pêvajoya siyasî û demokrasiyê gihandiye bindest û li civînê de tekez li ser van xalan hate kirin:

Yek ‌helwestiya xelkê Kurdistan û aliyê siyasiyan bi girîng zanîn û destûra bingehîna Iraqê jî bi mehek û pêşmercê parastina yek‌perçeyiya Iraqa federal li qelem da.

Hemû hewldanên bi armanca çareseriya qeyran û aloziyan bilind nirxandin û piştevaniya xwe ji bo hewlên Serok Komarê Iraqa Federal ya bi navê nêzîk xistin û encamdana civîna serkirdeyên hêzên siyasiyên beşdar li pêvajoya siyasiya Iraqê de derbirî.

Ev hengav jî bi girîng hate zanîn ji bo berfirehkirina vê pêvajoya niha ya Iraqê, bo ku neçar nebîn li pişt bijardeyên din de bigerîn, ji ber ku berdewam bûna pêvajoya qeyran û aloziya niha nayê qebûl kirin.

Her wiha li civînê de tekez li ser bi cîh kirina maddeya 140 a destûr û kêşeyên yasaya neft û xaz û Pêşmergeyê kirin.

Li dawiyê de biryarê dan li encamdana civînên bi vî awayî de berdewam bikin.

Partiya Demokrata Kurdistanê
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
Partiya Şu'îya(Komunist) Kurdistanê
Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê
Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê
Komela Îslamiya Kurdistanê
Partiya Zehmetkêşên(Kedkarên) Kurdistanê
Tevgera Demokratiya Turkmen
Tevgera Îslamiya Kurdistanê
Tevgera Çaksaziya(Reform) Kurdistanê
Tevgera Demokratiya Aşûrî
Lîsta Erbîla Turkmenî
Encumena Gelê Kildan Suryan Aşûr
Top