• Friday, 06 February 2026
logo

Peyama Civata Serokatîya Wezîra di bîranîna 38 salîya serheldan û bombebaran kirina bajarê Qeladizê de

Gulan Media April 24, 2012 Nûçe
Peyama Civata Serokatîya Wezîra di bîranîna 38 salîya serheldan û bombebaran kirina bajarê Qeladizê de
bi helketa bîranîna 38 saliya bombebaran kirina Bajarê Qeladizê ji aliyê Rejîma Berê ya Îraqê ve û herwiha bi helketa serheldan xelkê vê Bajarî, Civata Wezîran Ya Hikûmeta Kurdistanê peyamek pêşkêş kir.

Di vê peyaê de Civata Wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê bombebaran kirina Bajarê Qeladizê bi bombeyên napalim weke tawaneke dij bi mirovahî daye zanîn ku, ji aliyê Rejîma Besê ve hatiye kirin.

Di berdewamiya vê peyama han de hatiye ku, Hikûmeta Kurdistanê li hember ev karesatên han û ji bo ji holê rakirina bandora wan karesatan vê karwana xwe ya avedan kirin û pêşde birina Kurdistanê di domîne.

Di dawiya peyamê de hatiye nivîsandin ku, îro em kêfxweşin ku, di şûna yek Zanîngehê de ku, li Bajarê Qeladizê hate bombebaran kirina Xwendekarên vê jî hatin Şehîdkirin çendîn Zanîngeh û Xwendingehên din hatine damezrandin.
Top