Cêgirê Serokê Herêmê seredana Civata Wezîran kir
Di hevdîtinekê de Kusret Resul pîrozbahî li her yek ji Serokê Hikûmetê û Cîgirê wî bi Helketa destbikarbûna kabîneya heftem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin. Her weha hêviya serkeftinê jî di karê wan de bo xwest û tekez kir ku Serokatiya Herêmê piştevaniya hikûmeta nû dike.
Ji aliyê xwe birêz Nêçîrvan Barzanî jî bi navê Civata Wezîran spasiya Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê jibo serdana wî kir.
Di dawiyê de her du aliyan bernameya karên hikûmeta nû û şêweya kordînekirina navbera her sê serokatiyan gotûbêjkirin . Her weha di heman demê tekez li ser xwebatkirin bo cî bi cîkirina bernameya karê hikûmetê kirin.
(
