Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Parlemena Kurdistanê kir
Li hevdîtinê de, Serokê Parlemena Kurdistanê ji bilî bi xêrhatina Serok Barzanî, hêvî xwest ku serdana Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka û welatên Ewrupa û Tirkiye serkeftî bûbê û cihê destkeftên zêdetir bê ji bo gelê Kurdistanê.
Her li vê hevdîtinê de, rewşa Herêma Kurdistan û Iraqê û ew kar û erkên pêwîstin bi Parlemena Kurdistanê hate nirxandin û li vî warî de Serok Barzanî ji bo vê bi xêrhatinê spasiya Serokê Parlemenê kir û tekez li çirkirina hewlên Parlemena Kurdistanê ya bi navê zêdetir geşepêdana rola çavdêrîkirina îş û karên Hikumetê kir û her wiha li derxistina yasayên berketî ku bi hemû bîr û nêrînên pêkhatên xwe ve li xizmeta hemû gelê Kurdistanê bê.
