Serokê Parlementoyê Bi Heyeteke Psporên Olî Yên Misirê Re Civiya
Di hevdîtinekî de behsa rola Mamoste û Psporên olî yên Kurd hate kirin û ev rola han jî bi roleke girîng hate wesifkirin.
Her di vê hevdîtina han de behsa peyvendiyên Dîrokî yên di navbera Misir û Kurdistanê de jî hate kirin û hate gotin ku, cîha Misirê di nava Rojnamegeriya Kurdî de cêheke girînge û bandoreke mezin li ser pêşkeftina Rojnamegeriya Kurdî kiriye.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de her dû alî tekez li ser vê yekê kirin ku, pêwîste peyvendiyên Dîrokî yên di navbera Gelê Kurd û Gelê Misirê de bidomin û di her warî de hîn baştir bipêş bikevin.
