Nûrî Malikî Çû Îranê Û Lîsteya Îraqiye Jî Bi Fikare
Di civîna han de her dû alî behsa peyvendiyên heyî yên di navbera Îraq û Îranê de kirin û tekez li ser bihêztir kirina peyvendiyên han di her warî de kirin.
Biryare Malikî di vê serdana xwe de bi Serokê Îranê Mehmûd Ehmedînejad re jî bicive.
Ji aliyeke din ve lîsteya Îraqiye jî li hember vê serdana Malikî bifikare û ji vê yekê ditirse ku, Malikî bi Berpirsê Îranê re li dijî prosesa siyasî û demokrasî ya Îraqê peymanek îmze bike û ev peymana han bibe sedema hilweşandina prosesa siyasiya Îraqê.
