• Saturday, 07 February 2026
logo

Hilbijartinên Fransayê: François Hollande bi ser ket

Gulan Media April 23, 2012 Nûçe
Hilbijartinên Fransayê: François Hollande bi ser ket
Berbijêrê Partiya Sosyalîst a fransî François Hollande di yekemîn dewreya hilbijartina serokatiya Fransayê de bi ser ket. Hollande 28,6 ji sedî ji dengan bi dest xistin, serokê niha Nicolas Sarkozy karîbû tenê 27,1 ji sedî ji dengan qezenc bike. Ji ber dengên tikesî ne zêdeyî pêncî ji sedî bûn, di 6ê gulanê de dê diyar bibe bê kî dibe serokê Fransayê.

Piştî ku dewreya yekemîn di hilbijartina serokatiya Fransayê de bi dawî hat, serokê niha Nicolas Sarkozy û berbijêrê sosyalîst François Hollande dest bi têkoşîna ji bo dengên berbijêrên têkçûyî kir.

Sarkozy yekşemê bi şev li Parîsê bang li alîgirên partiya rast a ekstremîst Front National kir, ku berbijêrê wê bi encameke mezin ji 19 ji sedî ji dengan di dewreya yekemîn de bi dest xist, ku dengên xwe bidin wî. Sarkozy got: "Ez ji hemû kesên ku ji welatê xwe hez dikin, dixwazim ku dengên xwe bidin min."

Ku Front National, ku bi siyaseta xwe ya nijadperest û li dijî biyaniyan naskirî ye, ewqas deng bi dest xistin, ji bo gelek Fransiyan ciyê metirsiyê ye. Ji bo ew ji dengên alîgirên vê partiyê sûdê bigire, Nicolas Sarkozy diyar kir ku ger ew bimîne serok ew dê hatina biyaniyan ji bo Fransayê bi sînor bike û li ser sînorên Fransayê kontrolan pêk bîne. Li gor peymana Schengen a Yekîtiya Ewropayê divê sînorên welatên wê vekirî bin û nabe ko rêwî bên kontrol kirin.
Top