Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya wezîrê karubarê Dîwana Mîrê Kuwêtê û şandeka pêre dike
Şêx Nasir Sebah Ehmed ElSabah kêfxweşiya xwe ji bo vê serdanê xuya kir û ragehand Herêma Kurdiastanê di rewşeka aram û pêşweçûneka berdewam daye, amaje bi têkiliyên dostane navbera herdu aliyan lir û daxwaza welatê xwe ji bo perepêdana van têkiliyan zelal kir.
Sebaret têkiliyên abûrî ji, Wezîrl Kuwêtê xuya kir Herêma Kurdiastnê derfeteka baş heye ji bo veberhênan û guhertinên bazirganî û hevbeşiya stratîjî navbera Kuwêt, Herêma kurdistanê û tevaya Îraqê.
Neçîrvan Barzanî; zedebarê xuya kirina kêfxweşiya xwe ji bo vê serdanê, ragehand herdu gelên Kurdistan û Kuwêtê, li ser destê rijîma Beis gelek êş û azar dîtiye, lê bi nemana vê rijîmê, derî ji pêşberî gelên deverê hatine vekirin ku di rewşeka seqamgîr de bijîn.
Serokê H.H Kurdistanê xuya kir, em pêşwaziyê her gavekê dikin ji bo bi dest hatina sûd û berjewendiya herdu aliyan û dixwazîn Kuwêt beşdarê prosêsa geşe kirin û avedan kirinê bike. Barzanî herwisa basê giringiya nûratiya Kuwêtê li Herêma Kurdistanê kir ku rê ji bo pitir pêşda birina têkiliyan xweş dike.
Şêx Nasir Sebah Ehmed ElSabah ragenad şandeka businssmanên Kuwêtê li demekê nizîk serdana Kurdistanê dikin, ji bo ava kirina stratîjiyeka hevbeş tevî Îraqê, bi taybetî Herêma Kurdistanê.
Herdu aliyan base hijmarek biyavên alîkarî û hemahengiyê kirin, bi taybetî li kertên çandin, torîzm û perwerde.
