Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Lîsta El Iraqiye kir
Li hevdîtinê de ku rêzdar Fazil Mîranî û Dr. Roj Nurî Şaweys amade bûn, Dr. Eyad Elawî piştî bi xêrhatina Serok Barzanî, hêvî xwest ku serdana cenabê wî ya Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka û welatên Ewrupa û Tirkiye serkeftî bûbê û cihê destkeftên zêdetir bê ji bo gelê Kurdistan û Iraqê.
Her li vê hevdîtinê de, di derbarê pêvajoya siyasiya Iraqê bi giştî û ew astengiyên ku rûbirûyê pêvajoya siyasî û demokrasiyê bûne û çawayiya çareserkirina wan de danustandina bîr û ramanan kirin û her du alî jî tekez li ser zalbûna wan astengan û berfireh kirina bazina diyaloga binyatner ya li navbera aliyê siyasiyan û rêkkeftina li ser çareserkirina kêşeyên helawestiyên bi vî awayî ku hemû alî pê razî bibin kirin.
