Ajansa Anadulê Dê Beşê Nûçeyan Bi zimanê Kurdî Jî Veke
Ajansa Anadul ya Tirkî aşkkere kiriye ku, digel nûçeyên bi zimanên cîhanî weku Ingilzî, Erebî û Tirkî, di bernameya wan de heye ku beşê nûçeyên Kurdî jî vekin.
Heman ajansê belav kiriye ku, di heyama serdana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo Enqerê kêfxweşiya xwe ji bo pêngava ajansa Anadulê derbiriye, û gotiye wê pêngavê dilê me xweş dike.
Barzanî amaje bi wê yekêhatiye kirin ku pêngavên bi vî awayî, dê bibe roleke serekî di çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiye.
Ajansa Anadulê ku mezintirîn ajansa nûçeyên Tirkiyê ye, ku di sala 1920 de ji aliyê damezrênerê Komara Tirkiyê Mistefa Kemal Ataturk ve hatiye damezrandin.
Xendan
