• Saturday, 07 February 2026
logo

Erdogan: Li Îraqê edalet tune

Gulan Media April 22, 2012 Nûçe
Erdogan: Li Îraqê edalet tune
Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan axivitin û nirxandinên xwe yê der barê Îraqê de didomîne.

Erdogan vê carê da diyarkirin ku 'edalet li Îraqê tune' û ne tenê 'Kurd lê belê Şîîa jî ji Nûrî El malikî adiz û of bûne' û got ku divê ev rewş weha berdewam neke. Erdogan di vegera xwe ya ji welatê Qeterê de di daxuyaniyeke çapemeniyê de bersiva rexneyên Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî da.

Erdogan da diyarkirin ku ew "Ligel gelek rêberên Şîîa civiya me û hemû ji Nûrî El Malikî adizin. Hefeteya borî rêberekî Şîîa daxuyaniyek da û got 'Malikî ji Sedam pirtir dîktator e'."

Erdogan her weha got ku cihê edalet lê nebe pirsgirêkên bi vî rengî rû didin. Hêjayî gotinê ye, ev bi dehê caraye Erdogan der barê Îraqê de daxuyaniyan dide û her ku diçe di navbera Erdogan û Malikî de gotûbêj û bersivdayîn zêde dibin. Herî dawî Malikî di rûpela xwe belavkiribû ku dê Erdogan ziyanê bide herêmê û dike ser rêya dijminatiya Îraqê.

Avestakurd
Top