• Saturday, 07 February 2026
logo

2 Çavdêrên navdewletî dê berdewam li Humsê bin

Gulan Media April 22, 2012 Nûçe
2 Çavdêrên navdewletî dê berdewam li Humsê bin
Berdevkê şandeya çavdêrên navdewletî bo Sûriyê ragihand ku dê 2 çavdêr berdewam li bajarê Humsê bimînin.

Piştî vegera şandeya çavdêran bo Şama paytext, Neeraj Singh berdevkê şandeyê ragihand ku wan serdana taxên germ li bajarê Humsê kir û ew çaverêyî hatina çavdêrên zêdetir dikin.

Neeraj Singh aşkera kir ku ji ber rewşa aloz ya bajarê Humsê dê 2 çavdêr berdewam li bajarê Humsê bimînin.

Duhî, şemiyê şandeya çavdêrên navdewletî bo Sûriyê serdana bajarê Humsê yê tê nasîn bi paytexta Şoreşê kir û li çend taxên wê geriya û bi gel re civiya.

Salek derbaz bû li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 10 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.

AKnews
Top