Peyama Mesror Barzanî bi helkefta salvegera derketina govara Gulan
Ez wek xwêndevanekê berdewamê Gulan, bi helkefta salvegera derketina guvara xweştivî Gulan, gerimtirîn pirozbahiyên xwe pêşkêşî sernûser û tevaya rojnamevan û ragehandinkarên ezîz û sitafê vê govara pir biha dikim û hêviya berdewamî û serketinên meztir bo we dixwazim.
Govara Gulan bihêze û berdewamiya xwe di qada rojnamevaniya kurdî de parastiye û omêdewarim li gor daxwaza xêndevanan û nûhatiyan berdewambin, di warê gehandina rastiyan de ji bo welatiyan çalaktirbin û hertim bi emanet peyama xwe bigehînin xêndevanan.
Pîroze û hêviya serketin û pêşdeçûna berdewam bo we dixwazim
Birayê we
Mesror Barzanî
22/4/2012
