Serokê Herêma Kurdistanê ji bo salvegera 114 saliya Rojnamevaniya Kurdî peyamekî pîrozbahiyê pêşkêşî hemû rojnamevanan kir
Li salvegera 114 saliya derketina yekemîn rojnameya Kurdî ya bi navê Kurdistan ku li Qahîreya paytexta Misir ji aliyê Mîqdad Midhat Bedirxan ve li 22.Nîsan 1898 da hate derxistin, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû rojnamevanên Kurdistanê dikim.
Hêvîdarim salvegera rojnamevaniya Kurdî bibê handerek ji bo wê yekê ku rojnamevan li keşûhewaya azadiya rojnamevaniya îro ya Kurdistanê da bi azadane û rastgoyane rûdaw û guhertinan bişopînin û pîşeyiyane nûçe û zanyariyan veguhezin û karwana rojnamevaniya Kurdî zêdetir berev pêşve bibin û herdem jî hewênî aramiya siyasî û civakî bin ku yek ji wan armancên herî girînge ku ji bo pêkanîna wan bi berdewamî kar dikîn.
Ew pêşketin û geşbûna îro ya rojnamevaniya Kurdî her wiha hêsanî bi destnehatiye belku berhema xebata gelê me û rojnamevanan bi xwe ye ku çi li dema şoreşên gelê me de ku çendîn rojnamevan û xwedî qelem li wê xebatê da li nav rêzên Pêşmerge da bûn û bi navê azadiya peyv şehîd bûn, çi li dema xebata medeniya îro da ku niha jî berdewame û rojnamevan jî têda weku desthilata çarem rolekî gelek girîng dibînin.
Bila em hemû li sayeya aştî û azadî û demokratî da dirêjiyê bi geşkirin û berev pêşveçûna welatê xwe li hemû waran de bikîn.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21.04.2012
