Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Karubarê Dîwana Mîrê Kuwêt kir
Li hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Wezîrê Karubarê Dîwana Mîrê Kuwêt û şanda pêre, balkişand li ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Dewleta Kuwêtê kir û hêvî xwest ku ew pêwendî bigihîn astekî gelek bilind û ragihand ku daxwazeke bi hêz ji aliyê Herêma Kurdistanê ve heye bi mebesta geşkirina wan pêwendiyên du qolî ku bi wê pêgeha berjewendiya hevbeşa her du aliyan li xwe bigrê û ragihand ku welatê Kuwêt pêgehekî taybetiya xwe ji aliyê xelkê Kurdistanê ve heye û gelek bi hûrî jî ji êş û azarên berê yê xelkê Kuwêtê têdigihin û xelkê Kuwêt jî bi heman awayî ji êş û azarên gelê Kurdistanê halin û niha piştî rûxana rejîma berê derfetekî dîrokî hatiye pêş ku pêwîste bi her du aliyan ve hengavên berev bi hêzkirina pêwendiyan bikin. Li vî warî de Serok Barzanî behsa rola Balyozê Kuwêt ya pêşxistin û bi hêzkirina wan pêwendiyan kir.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Karubarê Dîwana Mîrê Kuwêt ji bilî xweşhalî derbirîna vê serdana Herêma Kurdistanê û pêşveçûna wê, hêvî xwest pêwendiyên di navbera her du aliyan bi hêztir bibin. Li vî warî de balkişand li ser wê yekê ku ji bo pêşxistina zêdetirê pêwendiyan biryare şandekî karsazên Kuwêtî serdana Herêma Kurdistanê bikin û li meha pêş de jî bi hevbendiya stratejiya di navbera Kuwêt û Iraqê bi giştî û Kuwêt û Herêma Kurdistanê bê sazkirin û ragihand ku aramiya Iraqê aramiya Kuwête û welatê wî jî pir bi rêz ve temaşa Herêmê dike û dixwaze baştirîn veberhênanê li gel Herêmê da bike bi taybetî li warên çandin û xwendina bilind û geştuguzariyê de.
