• Friday, 06 February 2026
logo

Serok Barzanî û Serok Mam Celal biryarê dan li demeke nêzîk da ji bo nirxandina pêvajoya Iraqê kombibin

Gulan Media April 22, 2012 Nûçe
Serok Barzanî û Serok Mam Celal biryarê dan li demeke nêzîk da ji bo nirxandina pêvajoya Iraqê kombibin
Duh 21.04.2012 Serok Mam Celal li pêwendiyekî telefonî da bi xêrhatinê li Serok Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Li vê pêwendiya telefonî de Serok Mam Celal ji bilî bi xêrhatina germa Serok Mesûd Barzanî, hêvî xwest ku serdana wî ya Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka û welatên Ewrupa û Tirkiye serkeftî bûbê û ji bo gelê Kurdistanê cihê xêrê û destkeftên zêdetir bê.

Ji aliyê xwe ve Serok Mesûd Barzanî gelek spasiya Serok Mam Celal kir ji bo vê pêwendiya telefonî û hêviya leş saxî û serkeftinê ji bo cenabê wî xwest.

Li pêwendiya telefoniyê da her du Serok biryarê dan ku ji bo nirxandina pêvajoya Iraqê û hewldana ji bo çareserkirina wan kêşe û qeyranên ku grupên siyasiya Iraqê bi xwe ve dibîne, li demeke nêzîk de kombibin.
Top