• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê peyameke pîroziyê arasteyî sernûser û stafê kovara Gulan kir

Gulan Media April 21, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê peyameke pîroziyê arasteyî sernûser û stafê kovara Gulan kir
Bi helkefta 18 emîn salvegera derketina kovara Gulan, Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî peyameke pîroziyê pêşkêşî sernûser û stafê kovara Gulan kir, ev jî deqa wê peyamê ye:

Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan

Rêzdaran sernûser û stafê kovara Gulan, silav û rêz. Bi helkefta 18 emîn salvegera derketina kovara Gulan ku hejmara (Zîro) li 22/4/1994 ê derket, ez germtrîn pîrozbahiyan li we dikim û destxweşiyê li we dikim bo hewil û mandîbûna we a berdewam bo pirtir pêşxistin û perepêdana kovara we. Hêvîdarim ev helkefte bibe egerê dariştina pilan û bernameyên karê nû berev pêşketin û karakirina gavên we, daku kovara we wek kovareke siyasî temen dirêj bikare berdewamiyê bi xwe bide û hevşêwê ew gorankariyên bilez be ku dinyaya cîhangîrî di hemo biwaran de dirust kiriye, bi taybet di biwarê rojnamevanî û peywendiyan de.

Carek din ez pîrozbahiyê li we dikim û hêvîdarim hertim we bi serketî bibînim di rêya gehandina peyama we a pîroz.

Di gel rêz hezên min

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê
21/4/2012
Top