• Friday, 06 February 2026
logo

Kiliçdaroglu: Emrîka li herêmê Israîla duyemîn dixwaze

Gulan Media April 21, 2012 Nûçe
Kiliçdaroglu: Emrîka li herêmê Israîla duyemîn dixwaze
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu eşkere kir ku partiya wî li dijî êrîşa leşkerî li dijî Sûriyê ye. Kiliçdaroglu got ku Emerîka dixwaze herêmên kurdî cuda bike, da "Israîla duyemîn" ava bike.

Di bernameyeke kanala televizyonê ya tirkî Haberturkê de, Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku kêşeya Sûriyê bi rêyên dîplomasî re çareser dibe, ne di rêya êrîşeke leşkerî re. Serokê partiya opozîsyonê ya tirkî CHPê Tirkî û Emerîka rexne kirin û got: "Peywendiyên Tirkiyê û Sûriyê pir baş bûn, lê ew li gor stratejiya Emerîkayê hatin guhertin. Tirkî ji bo hêzên rojavayî yên desthilatdarên Rojhilata Navîn xizmet û berdestiyê dike."

Kiliçdaroglu bal kişand ser rewşa nazik a Tirkiyê û wiha got: "Divê Tirkî rewşa xwe ya li ser hevkêşiyên hesas ji bîr neke û mudaxeleya li Rojhilata Navîn dê bandorê li ser wê bi xwe jî bike. Lewma pêwîst e ku Tirkî gavên xwe bi baldarî bavêje."

Li ser pirsa PKKê Kemal Kiliçdaroglu got: "Em bawer dikin ku hevdîtînên bi PKKê re berdewam in û çareserkirina vê pirsgirêkê jî bi piştevaniya civakê pêkan e. Lewma pêwîst e ku partiyên siyasî bi niyeteke qenc piştgiriyê bidin çareserkirina pirsgirêkê." Kiliçdaroglu heman dîtin berî demekê di Rûdawê de jî anîbû zimên. Kiliçdaroglu AKPê rexne kir û got ku ew bi siyaseta xwe ya "ezê bi tenê pirsa PKKê çarser bikim" rê dide ku bêtir xwîn bê rijandin bêyî ku ti encam xuya bibin.

Li ser pirsa "ji bo damezirandina Kurdistana Iraqê û Sûriyê niqaş hatin kirin, gelo hûn çi dihizirin?" got: "Li wêneyê mezin binerin. Emerîka li Rojhilata Navîn herî zêde baweriya xwe bi Israîlê tîne û welatekî duyemîn ku pê bawer be, nîn e. Heke mudexaleya Sûriyê li gorî daxwaza Emerîkayê pêk were, dê herêma Kurdan ji Sûriyê veqete. Da ku li Rojhilata Navîn şêwazeke nû cih bigire, dê riyên nû vebin. Emerîka, li vê herêmê welatekî din dixwaze ku wekî Israîlê ji sedî sed li gorî daxwaza Emerîkayê tevbigere."
Top