Serokê Herêma Kurdistanê li dawiya serdana xwe ya Tirkiyê de civîneke rojnamevaniyê saz kir
Serok Barzanî li civîna rojnamevaniyê da tîşk xiste li ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Tirkiye, li gel balkişandina li ser pirsa PKK.
Li mijareke dinê de Serok Barzanî behsa helwesta Emerîkayê ya beramber bi rewşa niha ya Iraqê kir û li dawiyê de cenabê wî bersîva komek pirsiyaran da ku pêwîstbûn bi pêvajoya Sûriye û pajaroja Sûriye û paşaroja gelê Kurd li Sûriye.
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha bi eşkere behsa serdana xwe ya serkeftiya Tirkiye kir û gelek xalên civînê li gel rêzdar Abdullah Gul Serok Komar û her yek ji rêzdaran Receb Tayyib Erdogan Serok Wezîr û Ahmed Davudoglu Wezîrê Derve ji bo rojnamevanan xiste rû.
Hêjayî gotinêye piştî civîna rojnamevaniyê serdana birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel ya Komara Tirkiye bi dawî hat.
