• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li dawiya serdana xwe ya Tirkiyê de civîneke rojnamevaniyê saz kir

Gulan Media April 21, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê li dawiya serdana xwe ya Tirkiyê de civîneke rojnamevaniyê saz kir
în 20/04/2012 û li dawiya serdana xwe ya Tirkiyê de, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li civîneke rojnamevanî da li gel medyaya Tirkiye tîşk xiste li ser çendîn mijar û aliyan ku pêwendiya wan bi pêvajoya Iraq û wê siyaseta li Bexda birêve diçe de hebû û hewlên cenabê wî ji bo guherîna wê siyasetê, bi navê wê yekê ku siyasetek dihête peyrew kirin li berjewendiya xelkê Iraq û damezrandina dewletekî demokrat û federal da bê.

Serok Barzanî li civîna rojnamevaniyê da tîşk xiste li ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Tirkiye, li gel balkişandina li ser pirsa PKK.

Li mijareke dinê de Serok Barzanî behsa helwesta Emerîkayê ya beramber bi rewşa niha ya Iraqê kir û li dawiyê de cenabê wî bersîva komek pirsiyaran da ku pêwîstbûn bi pêvajoya Sûriye û pajaroja Sûriye û paşaroja gelê Kurd li Sûriye.

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha bi eşkere behsa serdana xwe ya serkeftiya Tirkiye kir û gelek xalên civînê li gel rêzdar Abdullah Gul Serok Komar û her yek ji rêzdaran Receb Tayyib Erdogan Serok Wezîr û Ahmed Davudoglu Wezîrê Derve ji bo rojnamevanan xiste rû.

Hêjayî gotinêye piştî civîna rojnamevaniyê serdana birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel ya Komara Tirkiye bi dawî hat.
Top