• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel şanda serkirdayetiya BDP re civiya

Gulan Media April 21, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê li gel şanda serkirdayetiya BDP re civiya
Duh în 20/04/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re li gel şanda serkirdayetiya BDP ya bi serokayetiya birêz Selaheddîn Demîrtaş Serokê BDP û Ahmed Turk û hejmarek endamên serkirdayetiya BDP re civiya.

Li civînê de behsa wê siyaseta vekirin kirin ku ji aliyê Hikûmeta Tirkiye ve dihête peyrew kirin. Serok Barzanî jî bi eşkere ve tekez li wê yekê kir ku pêwîste Kurd bi navê şareserkirina pirsan li her derî û her cîhekê rêya aştiyê li ber xwe bigrê. Her wiha tekez jî kir ku paşaroja Kurd geşdibe û berev pêşve diçê‌.

Her li vê civînê de behsa Kongreya Neteweyî hate kirin ku divê li Hewlêra paytext bête sazkirin.

Li dawiyê de şanda serkirdayetiya BDP xweşhaliya xwe bi vê hevdîtina li gel Serok Barzanî derbirî.
Top