Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derveyê Tirkiye civiyan
Li civînê de her du alî behsa rewşa rikeberên Sûriye bi giştî û danustandina di navbera Encumena Nîştîmaniya Sûriye û Encumena Nîştîmaniya Kurd li Sûriyeyê kirin. Li vî derbarî de Serokê Herêma Kurdistanê tekez li wê yekê kir ku pêwîste Encumena Nîştîmaniya Sûriye sebaret bi doza Kurd li Sûriye bi vekirî bête pêş û cenabê wî hêviya berdewamiya danustandina di navbera her du Encumenan kir.
Li civînê de her du rêzdar Serok Barzanî û Davudoglu tekez li wê yekê kirin ku biryar ya gelê Sûriyê ye çarenûsa xwe destnîşan bike.
Her li vê civînê de ji bilî nirxandina pêvajoya aloziya siyasiya niha ya Iraqê, behsa serdana Serok Barzanî ya Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka û helwesta Emerîka sebaret bi komek kêşeyên li navçeyê de kirin.
