• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Komarê Tirkiye civiyan

Gulan Media April 21, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Komarê Tirkiye civiyan
Duh 20/04/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel ku ji birêz Mesrûr Barzanî Serokê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û çendîn şêwirmendan pêkhatibû, li avahiya Koşka Komariya Enqere ji aliyê rêzdar Abdullah Gul Serok Komarê Tirkiyê ve hate pêşwazî kirin.

Li civînê de rêzdar Serok Barzanî û birêz Gul pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê nirxandin û Serok Komar tekez kir û got navçe bi qonaxekî hestiyar da derbas dibe. Ji bo wê yekê bo me girînge guh li kesek bigrîn ku rola xwe li Iraqê da heye, bi taybetî jî piştî ku cenabê we serdana Emerîka û Ewrupayê kiriye. Bêguman guhertina bîr û ramanan sebaret bi rewşekî wiha de sûdmendiya xwe heye.

Li civînê de ji bilî behskirina pêvajoya Iraqê bi giştî, rewşa siyasiya Sûriye hate guftûgokirin, her du alî jî tekez li ser girîngiya zêdetir pêşxistina pêwendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê kirin.
Top