Bi amadebuna Nêçîrvan Barzanî rêûresma 24 saliya Tawana Enfalê li Kerkukê bi rêve çu
Di piştre bi helketa 24`emîn salvegera Enfalkiriyên Tobizawa`yê, Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê bi amadebûna wezîrê şehîdan û enfalkiriyan Aram Ehmed û parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm û hejmarek berpirs û xwediyên şehîdan û enfalkiriyan beşdarya rêûresmek taybet bi vê helkeftê kir.
Di destpêka rêûresmê de wezîrê şehîdan û enfalkiriyan gotinek pêşkêş kir û tê de behsa qurbaniyên wargeha Tobizawayê û tiştê ku hatî serê wan kir.
Ji aliyê xwe parêzgarê Kerkûkê jî spasiya karên wezareta şehîdan li ser xizmetkirina kesûkarên enfalkiriyan û şehîdan anî ziman.
di Piştre jî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî li ser qurbaniyên Enfalê axivî û balkêşande ser karesat û terajidiyên ku, ji aliyê Rejîma hilweşiyayî ya Besê ve li ser Gelê Kurd hatibûn sepandin. Her weha diyar kir ku kabîneya heftem wê xizmetên zêdetir bo kesûkarên şehîdan û Enfakiriyan pêşkêş bike.
Her weha Nêçîrvan Barzanî ji Hikûmeta Êraqê daxwaz kir ku divê lêborîna xwe bi fermî bi navê hikûmetê ji gelê Kurdistanê bixwaze û qurbaniyên Enfalê qerebu bike.
