• Friday, 06 February 2026
logo

Bi amadebuna Nêçîrvan Barzanî rêûresma 24 saliya Tawana Enfalê li Kerkukê bi rêve çu

Gulan Media April 20, 2012 Nûçe
Bi amadebuna Nêçîrvan Barzanî rêûresma 24 saliya Tawana Enfalê li Kerkukê bi rêve çu
duh Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bi mebesta beşdarî kirin di rêûresma 24 saliya Enfalê bi serdanek gehêşte Kerkûkê û Ji aliyê Parêzgar û Berpisên Îdarî yên vê Bajarê ve hate pêşwazîkirin.

Di piştre bi helketa 24`emîn salvegera Enfalkiriyên Tobizawa`yê, Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê bi amadebûna wezîrê şehîdan û enfalkiriyan Aram Ehmed û parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm û hejmarek berpirs û xwediyên şehîdan û enfalkiriyan beşdarya rêûresmek taybet bi vê helkeftê kir.

Di destpêka rêûresmê de wezîrê şehîdan û enfalkiriyan gotinek pêşkêş kir û tê de behsa qurbaniyên wargeha Tobizawayê û tiştê ku hatî serê wan kir.

Ji aliyê xwe parêzgarê Kerkûkê jî spasiya karên wezareta şehîdan li ser xizmetkirina kesûkarên enfalkiriyan û şehîdan anî ziman.
di Piştre jî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî li ser qurbaniyên Enfalê axivî û balkêşande ser karesat û terajidiyên ku, ji aliyê Rejîma hilweşiyayî ya Besê ve li ser Gelê Kurd hatibûn sepandin. Her weha diyar kir ku kabîneya heftem wê xizmetên zêdetir bo kesûkarên şehîdan û Enfakiriyan pêşkêş bike.

Her weha Nêçîrvan Barzanî ji Hikûmeta Êraqê daxwaz kir ku divê lêborîna xwe bi fermî bi navê hikûmetê ji gelê Kurdistanê bixwaze û qurbaniyên Enfalê qerebu bike.
Top