• Friday, 06 February 2026
logo

Felah Mistefa berpirsê peywendî yên derveyên H.H.Kurdistanê pêşwazîya birêz Kirîstîyan Mîşêl serok û endamê desteka avakirina yekêtî ya topa pê ya Herêmên bê dewlet (VÎVA) kir.

Gulan Media April 20, 2012 Nûçe
Felah Mistefa berpirsê peywendî yên derveyên H.H.Kurdistanê pêşwazîya birêz Kirîstîyan Mîşêl serok û endamê desteka avakirina yekêtî ya topa pê ya Herêmên bê dewlet (VÎVA) kir.
Duh Felah Mistefa berpirsê peywendî yên derveyên H.H.Kurdistanê pêşwazîya birêz Kirîstîyan Mîşêl serok û endamê desteka avakirina yekêtî ya topa pê ya Herêmên bê dewlet (VÎVA) kir.

Di hevdîtinekê de ku Sefîn Kanebî serokê yekêtîya topa pê ya H.H.Kurdistanê amadebu,Kirîstîyan Mîşêl ronî xiste ser rewşa Herêma kurdistanê û ew amadekaryên hatine kirin jibo encamdana xula yekêtîya topa pê ya herêmê bê dewlet ku biryare îsal li herêmê bê li dar xistin.

Herweha şabuna xwe jî bi aramî ya herêmê dîyar kir û got:ta niha (8) Tîpên Herêmên bê dewlet mina herêma kurdistanê li Cîhanê amadeya xwe dîyar kirye jiboy beşdarîkirinê divê xulê de, û xûyakir amadeyên herî baş jiboy hatine kirin û reşwa aram û tenah ya Herêmê jî faktereke dine jibuna hatina wan tîpên bîyanî jibo herêma kurdistanê û beşdarîkirin divê qehremanyê de.

Ji alî yê xwe Felah Mistefa ve şabuna xwe jî li hember sazkirina vê xulê li herêma kurdistanê ragihand,û xûyakir di cîhana îro de bizava werzişê rêçkeke serekî ye jibo bihêzbuna peywendî yên navbera galên Cîhanê de, û got: sazdana vê xulê jî li Herêma kurdistanê beşeke ji wê sîyaseta vebunê ya H.H.Kurdistanê ku li hemberî Cîhanê peyrew dike, di heman demê de jî nîşanke dine jiboy wê behadayîna H.H.Kurdistanê bi warê werzişê bi giştî û topa pê bi taybet dide.

Berpirsê peywendî yên derve ronî xiste ser kiltur û tîtalên bihevre jîyanê û xweştevînî ya mirovan di civaka kurdistanê de û got: sazkirina vê qehremanî yê jî li herêmê peyameke jibo Cîhanê ku H.Kurdistanê cîyeke arame û tev hejêkerên vê qehremanî yê û seyranger dikarin serdana herêmê bikin û di seqayeke tenah de û ji nêz ve hanî tîpên xwe bikin.

Li dawî yê jî Felah Mistefa amadeya fermangeha peywendî yên derve û sazîyên H.H.Kurdistanê dîyar kir jibo pêş kêş kirina tev alîkarî û hêsankarî ya bi merema serxistina qehremanî ya tîpên Herêmên bê dewlet li H.H.Kurdistanê.
Top