• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û Eyad Elawî Civiyan

Gulan Media April 20, 2012 Nûçe
Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û Eyad Elawî Civiyan
Duh li Hewlêrê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê lîsteya Îraqiye Dr. Eyad Elawî û şanda pê re kir.

Di hevdîtineke de Eyad Elawî li ser navê xwe û lîsteya xwe bi helketina destbikar bûna birêz Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî nav hatî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de behsa rewşa Deverê, Kurdistan û Îraqê jî hate kirine.

Her dû alî tekez li ser çareser kirina kêşeyên heyî yên li Îraqê bi rêya diyalog û danûstandinan kirin û Eyad Elawî jî di warê çareser kirina kêşeyên heyî yên li Îraqê de dilxweşiya xwe ya li hember rola Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê diyar kir û ragihand ku, Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê bi vê rola xwe ya girîng dikare faktereke gelek girîng be bo ser xistina prosesa siyasiya Îraqê.
Top