Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Wezîrê Tirkiye civiyan
Paşê li hevdîtina ku nêzîkî du demjimêr domkir, çendîn mijarên pêwîst bi pêvajoya niha ya Iraqê bi giştî hate nirxandin û di derbarê wan kêşeyan jî danustandina bîr û ramanan kirin ku li ber pêvajoya siyasiya Iraqê bûne asteng. Ji aliyekî din ve bi dûr û dirêjî pêwendiyên di navbera Kurdistan û Komara Tirkiye li ser astên aborî û bazirganî û kultûrî hate nirxandin. Di derbarê vê pirsê jî her du alî biryar dan ku pêwendiyan zêdetir berfireh bikin û ast û warên din jî li xwe bigrin.
Mijareke dinê hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Serok Wezîrê Tirkiyê pêwîst bu bi pêvajoya aloziya Sûriye. Li vî warî de jî helwesta gelê Kurd li Sûriye û rewşa rikeberên Sûriye û doxa welatê Sûriye bi giştî guftûgo kirin. Li beramber vê pirsê da Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste gelê Kurd li Sûriye bigihe mafên xwe û ew mafên wan jî bête naskirin. Paşê di derbarê hevpeymaniya rikeberên Sûriye û Encumena Nîştîmaniya Kurd li Sûriye danustandina bîr û ramanan kirin.
Li beşekî dinê hevdîtinê de, behsa serdana fermiya Serokê Herêma Kurdistanê ya Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka û çendîn welatên Ewrupî û encama van serdanan kirin.
Li dawiya civînê de, her du alî biryarê dan ku ev civîn û pêwendiya di navbera her du aliyan berdewam bibin.
Hêjayî gotinêye birêz Beşîr Atalay Cîgirê Serok Wezîr û Fereydun Sinirlioglu Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiye û birêz Mesrûr Barzanî Serokê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê amadeyê vê civînê bûn.
