• Saturday, 07 February 2026
logo

Şandeya BDP’ê diçe Amerîkayê

Gulan Media April 19, 2012 Nûçe
Şandeya BDP’ê diçe Amerîkayê
Li gorî agahiyan Hevserokên BDPê Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak û Hevserokê KCDê Ahmet Turk, dê vê mehê biçin Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) û li ser pirsgirêka kurd hin hevdîtinan pêk bînin.

Li gorî agahiyên AKnewsê ji BDP’iyan wergirt, şandeya BDP’ê dê di 22’ê nîsanê de biçe DYA’yê û li ser çareserkirina pirsgirêka kurd hin hevdîtinan pêk bîne. Parlamenterê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur jî dê di şandeyê de cihê xwe bigre.

Şande dê li paytexta DYA’yê Washingtonê bi hin rayedarên amerîkî re hevdîtinan pêk bîne û fikra BDP’ê ya li ser çareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê û Sûriyê vebêje.

Lê BDP’iyan negot ka şande dê bi kîjan rayedaran re hevdîtin pêk bîne. Her wiha nehate gotin ka daxwaza hevdîtinê ji DYA’yê yan ji BDP’iyan hatiye.

Şandeya BDP’ê dê heftiyek serdan û hevdîtinên xwe bidomîne.

AKnews
Top