Li Kerkûkê teqîn: 4 mirî û 18 birîndar
Berpirsê polîsên lihewarçûnê yê Kerkûkê Muqedem Goran ji Rûdawê re ragihand ku saet 07.40 û 07.50an li ser rêya Kerkûk-Bexda du otomobîlên bombebarkirî teqiyan.
Goran wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Teqîna yekemîn li nêzî mizgefta Tariq bû û armanc jî mifirzeyekî polîsanan bû. Teqîna duwemîn jî di nava malan de û li nêzî mizgefta Hacî Sebriye çêbû.”
Muqedem Goran behsa kuştî û birîndaran jî kir û got: “Di encama herdu teqînan de 4 kes hatin kuştin û 18 kes jî birîndar bûn. Piraniya qurbaniyan jî polîsin. Herwiha zerer û ziyanên maddî gihaye malên li derdora cihê teqînê.”
Berpirsê polîsên lihewarçûnê yê Kerkûkê bal kişand ser wê yekê ku piştre jî hêzên ewlekariyê gihiştin cihê herdu teqînan. Dest bi lêkolînan kirin, kesên jiyana xwe ji dest dane şandin pijîjkê dadwer û birîndar jî rakirin nexweşxaneyan.
