• Friday, 06 February 2026
logo

Bi Beşdariya Serokwezîr Civata Bilind Ya Hêlbirênerên Kurdistanê Civiya

Gulan Media April 19, 2012 Nûçe
Bi Beşdariya Serokwezîr Civata Bilind Ya Hêlbirênerên Kurdistanê Civiya
Duh li Hewlêrê bi beşdariya Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê vî Civata bilind ya Hêlbirênerên Kurdistanê 17mîn civîna xwe li dar xist.

Di destpêka vê civîna han de bi awayekî berfire rewşa hêlbirînê di her warî de hate nirxandin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku, pêwîste rewşa warê hêlbirînê bi awayekî ku, li gorî daxwaziyên heyî li Kurdistanê de û herwiha geşek kirina xwestekên hêlbirînê be were nirxandin û pişt re jî li gorî siyaseteke kara û ektîf were birêvebirin.

Di beşeke din ya vê civîna han de meseleya nîştecîh kirinê jî bi awayekî berfire hate giftûgokirin û tekez li ser cîhbicîh kirina siyaseteke baş ya nîştecîhkirinê hate kirin.

Her di derbarê meseleya nîştecîh kirinê de biryar hate dayîn daku, komîteyek ji endamên civata bilind ya hêlbirênerên Kurdistanê were damezrandin daku, siyasetên nîştecîh kirin ên ku, xizmeta welatiyên kêm dahat dikin cîhbicîh bikin.

Her di vê warî de dû erkên sereke yên vê komîteya han jî hatin diyar kirin û biryar hate dayîn daku, komîteya han şîretên nû bo projeyên nîştecîh bûnê amade bike.

Erkê dûyem yê vê komîteya han amade kirina qanûna hêlbirînê li Kurdistanê deye lewre biryar hate dayîn daku, komîteya nav hatî bi awayekî hûr û kur pêşnivîsa qanûna hêlbirînê li Kurdistanê de li ber çavan re derbas bike û di nava Mehekî de pêşnivîseke nû amade û pêşkêş bike.
Top