Nivîsgeha Konsulusxane û Civata Bazirganiya Swêdê Li Hewlêrê Hate ve Kirin
Di merasima han de ku, Wezîrê Navxwe, Nunerê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Bazirganî yê Hikûmeta Kurdistanê û Wezîra Bazirganî ya Swêdê û herwiha Konsulusê Swêdê yê li Bexdayê jî tê de amade bûn, Wezîra Bazirganî ya Swêdê peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya vekirina Nivîsgeha Konsulusxane û civata abûrî û bazirganiya Swêdê.
Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, di sala 2006an de dema ku, ez parlementera Parlementoyê bûm min soz dabû welatiyên Kurd yên ku, li Swêdê dijîn û îro jî ez sozê xwe bicîh tênim.
Di dawiya vê merasima han de jî Berpirsê peyvendiyên Derve yên Hikûmeta Kurdistanê û herwiha Nunerê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê jî diyar kir ku, Swêd bû bîstemîn welat ku, li Kurdistanê de Konsulusxane û Nuneratiya xwe vekirine.
